|
DI ZIMANÊ KURDÎ DE VEGOTINA DEVKÎ
Gengeşî(gengeşe)
BEŞA ÇAREMÎN
HESEN HUSEYÎN DENÎZ
Di nava axaftina rojane de cihekî taybetî yê gengeşiyê heye.
Bi rêka gengeşiyê mirov dixwaze nêrîn, raman û bîr û
baweriya kesê li hember xwe biguherîne, yan jî bandûrê li
ser çêbike. Gengeşî ne lidijhevrabûn e. Hinek kes hene ku di
bin navê gengeşiyê de, li dijî her tiştî derdikevin. Ew ne
rast e û nabe gengeşî.
Gengeşî di navbera du -yan zêdetir- kesan de ji bo raman an
nêrînekê bi hev bidin têgihîştin û pejirandin tê kirin.
Herkes nêrîna xwe ya di derbarê mijara tê gengeşekirin de
dibêje. Her yek, ji nêrîna yekî din re rêzdar e. Yek dora
axaftinê dide yekî. Her yek him guhdar e, him axaftinêr e.
Ger mirov du kes di derbarê mijarekê de xwediyê nêrînekê be,
hewce nake li ser gengeşiyê bike. Lê ku nêrînên mirov cuda
cuda bin, wê demê ji bo bi hev pejirandindayînê dest bi
gengeşiyê dike. Divê gengeşî neyê xitimandin. Dema yek ji
ser a xwe neyê xwarê, gengeşî ji rêka xwe derdikeve û
lidijhevrabûn tê holê.
Di gengeşiyê de dema kesek nêrîna xwe bi awayekî rast datîne
holê û mirov rastiyê dibîne, divê pê bawer bike û dev ji
nêrîna xwe berde, wê rastiyê bipejirîne. Wê demê gengeşî
digihê armanca xwe û çiqasî were dirêjkirin jî aciziyê û
lidijrabûnê çênake. Ji bo vê divê gengeşî ne bi hest û coşê,
bi pelikandin, peyitandin û delîlandinê were domandin. Li
gor ku armanca gengeşiyê guherandina bîr û baweriya kesê
duwem e, divê her gotin bikaribe were peyitandin ku mirov
xwe bi xwe vala dernexîne.
Gengeşî qasî ku di jiyana rojane de, di navbera du-sê kesan
de tê kirin, di fêrgeh an zanîngehan de, di navbera komeke
xwendevan an zanyar de jî dikare were çêkirin. Ji bo vê jî
amadekariyên pêwîst in hene:
-Mijara li ser gengeşe wê were kirin, divê berya
lihevrûniştinê hatibe pêdandin(tespîtkirin).
-Ji ber ku divê gengeşî bi pelikandin û delîlandinê were
peyitandin, divê li ser mijarê amadekariyên di vî warî de
hatibin kirin.
-Rêvebireke bikaribe gengeşiyê rê ve bibe, divê hatibe
hilbijartin.
-Di dema gengeşiyê de nêrîn û ramanên me dane pêş, ger bi
awayekî rast û zanyarî hatibin pûçkirin, divê di wê bêhnê de
êdî mirov li ber xwe nede û rastiyê bipejirîne.
-Divê herkes li yê diaxive bi sebr guhdarî bike, li xweşiya
wî neçe jî, zanibe mafê wî yê axaftinê heye û divê bi
rêzdarî guhdarî lê bike ku bikaribe xwe jî bide guhdarîkirin.
-Armanca gengeşiyê pûçkirina ramanekê bi ramaneke din e û ji
vê xwegihandina rastiyê ye. Ji bo vê di gengeşiyê de mirov
divê ne bi hestên xwe, bi ramana xwe biaxive û dernekeve
derveyî mijarê.
Dema du kes di navbera hev de gengeşiyê dikin jî divê van
prensîbên gengeşekirinê li ber çav bigrin ku gengeşiya di
navbera wan de nebe sedema pevçûna wan.
***
|